“Kesê teqîna Babê pêk aniye, ji çeteyên Firqet El-Hemzat bû”

Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûrî idiayên dewleta Tirk a dagirker yên der barê teqîna Babê de derew derxist û diyar kir ku yê teqîn pêk aniyê çeteyê DAIŞ’ê bû piştre tevlî çeteyê El-Hemzat ya dewleta Tirk a dagirker bû . 

 

Çavdêriya Mafên Mirovan a Surî ji çavkaniyekê pê bawer agahiyên der barê kesê ku doh li Babê teqîn pêk aniye, girt.

Li gorî agahiyên çavdêriyê yê ku teqîn pêk aniye bi navê E.Y , ji gundê” Ceblê El-Hemra” ya girêdayî gundê rojhilatê Babê ye.

Li gorî agahiyan;

“Yê ku teqîn pêk aniye beriya niha di nava DAIŞ’ê de bû, û beşdarî şerê Minbic û Babê bûbû.

Piştî dewleta Tirk bajarê Babê dagirkir ev çete tevlî Firqet El-Hemzat ya bi ser Artêşa Niştimanî ya Sûrî bû.”

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî da zanîn ku ev çete doh hatiye girtin.

Di teqîna bajarê Babê de ku 19 kes jiyana xwe ji dest da bûn, dewleta Tirk a dagirker YPG’ê bi teqînê tewanbar kiribû.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ji ber tevliheviyên di navebera çeteyan yên li ser dizî û talaniyê gelek teqîn pêk tên.

Meclisa Leşkerî ya Babê jî bi daxuyayekê ev teqîn şermezar kiribû û diyar kiribû ku dewleta Tirk dixwaze bi van kirinên xwe , tirsê di nava gel de çêbike.

Leave a Reply

Back to top button