KNK: Hemû partiyên Rojhilatê Kurdistan bibin yek û piştgirya gelê xwe bikin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê diyar kir ku daxwaza gelêm li Îranê daxwazin mafdarin.
KNK’ê got;
Divê Rêjîma Îranê bi awatekî demokratîk nêzî daxwaza gel bibe û dest ji rêbazên tundiyê berde.

Konseya Rêveber a KNK’ê der barê serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û nêzîkatiya rejîmê ya li dijî daxwazên gel daxuyaniyek weşand.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi salan e Rêjîma Îranê bi şêwazên tund jiyana şêniyan xistiye metirsiyê û rê li ber azadî û demokratîkbûnê girtiye.

KNK’ê destnîşan kir ku nan û azadî du stûnên sereke yên jiyanê ne û tekez kir ku hebûna vê yekê li Îranê tune ye.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser rewşa jiyanî ya xelekê Îranê û diyar kir ku bihabûna binzînê bû sedem ku gel li ber Rêjîma Îranê serî rake û mafê xwe yê rewa bixwaze, lê êdî xelkê Îranê ji rêjîma Îranê bêzar bûye.

KNK’ê bang li Rêjîma Îranê kir ku bi rê û rêbazên demokratîk nêzî daxwaza gel bibin û ji dîrokê ders derxin.

Her wiha KNK’ê destsnîşan kir ku divê gelên Îranê bizanibin tekane rêya serkeftinê li dijî Rêjîma Îranê bi hev re tevger kirin û yekîtiye û got:

Divê gelê kurd sûdê ji ezmûn û tecrubeyên şoreşgertiya xwe bibiîne.

KNK’ê piştgiriya xwe ya ji bo serhildanên Îranê ragihand ku divê rêjîma Îranê dev ji kuştina welatiyan berde û anî ziman ku gelê Îranê mafdar e.

KNK’ê bang li hemû Kurdan, rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kir ku piştevanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Leave a Reply

Back to top button