Asayîşa Herêma Firatê diyar kir ku ji bo dewriyeyên Rusî carek din ji aliyê şêniyan ve rastî bikaranîna motolofan neyên ew ê parastina guncaw bigirin.
Asayîşa Herêma Firatê bi daxuyaniyeke nîvîskî diyar kir ku duh li bajarê Kobanê dewriyeya hevpar a Rûsyayê rastî avêtina molotofan ji aliyê şêniyên bihêrs ji dagirkeriya dewleta tirk ve hat.
Asayîşê ragihand ku ew ê ji niha û pê ve parastina guncaw pêk bînin.
Asayîşa Herêma Firatê destnîşan kir ku ew bawarin wê hêzên Rûsya yên ku li bajarê Kobanê û li ser sînor ku li gorî peymana Soçiyê belav bûne wê garantiya aramî û ewlehiya li herêmê ava bikin.