Endamê mekteba siyasî ya YNK’ê: Em bi hemû awayî piştgiriya Rojava dikin

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Ednan Muftî diyar kir ku ew bi hemû awayî piştgiriya Rojava dikin û bi hemû daxwazên gelê Kurd re ne.

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Ednan Muftî li Hewlerê piştî panela derbarê sererastkirina destûra Iraqê de pêk hatibû, daxuyaniyeke çapameniyê da.

Ednan Muftî da zanîn ku niha pirsgirêka Kurdan bûye pirsek navnetewî û got,

“Ji bo vê ez weha dibînim ku guhertinek cûr bi cûr rû dide û pirsa Kurdan ber bi pêş diçe.”

Ednan Muftî bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd diyar kir ku pêwîst e gelê Kurd bi yekîtiya xwe ji bo hemû bûyerên li herêmê rû didin amadekariyê bike.

Her weha Ednan Muftî ku destnîşankir ku ji bo piştgiriya navnetewî ya ji bo Rojava hîn zêdetir bibe û mafên gelê Kurd were parastin, divê xebat were meşandin.

Leave a Reply

Back to top button