KNK li Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiyê di nava hewildanan de ye

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê serdana Berpirsa Têkiliyên Karên Derve yê YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed kir.
Di serdanê de rewşa Kurdistanê û girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî hat guftûgo kirin.

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê têkildarî yekîtiya netewî li Silêmaniyê serdana Berpirsa Têkiliyên Karên Derve yê YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed kir.

Piştî Serdanê Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus derbarê civînê de daxuyanî da û got:

Destkeftiyên gelê Kurd di xeteriyê de ne û pêwistiya me bi yekîtiyê heye. Em bi biryar in ku yekîtiya Kurdî pêk bînin.

Hevserokê KNK’ê teqez kir ku di serdanê wan de hemû alî piştgiriya xwe tînin ziman, ew e jî hewilbidin ku vê daxwazê têxin pratîkê.

Ehmed Qeremus da zanîn ku piştî civînên wan li Başûrê Kurdistanê qediya wê berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê û li wir jî bi hizb û aliyên siyasî re bicivin.

Ji aliyê din ve şandeya KNK’ê îro li bajarê Silêmaniyê bi cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê YNK’ê Kosret Resul re jî civiya.

Tê payîn ku şande bi rêveberê Buroya Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar re jî bicive.

Leave a Reply

Back to top button