Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên şerên 24 saetên dawî yên li heremê eşkere kir.
QSD’ê da zanîn ku tevgera keşfê û topbarana arteşa Tirk a dagirker û komên çete li seranserê heremê berdewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamê şerê 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev gahî parve kir:
Li êniya Eyn Îsayê artêşa Tirk a dagirker û komên çete li nêzî herêma Qizalî gundên Ebû Sira, Korikê, Um Hiwêş bi obus û hewanan topbaran kirin.
Di encama topbaranê de 2 leşkerên artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest dan, 3 leşker jî birîndar bûn.”
Her wiha doh arteşa Tirk a dagirker li aliyê Amûdê li ser sînor deriyek vekir û xwest bi maşîneya kar rê çêkin.
Piştî bersivdayîna hêzên artêşa Sûriyê maşîneya kar paş ve vegeriya û xebata çêkirina rê hat sekinandin.