Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê diyar kir ku kiryarên ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin, sûcên şer in.
Rêxistinê bang kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber van sûcên şer were darizandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi munasebeta 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li Qamişlo, li pêşiya Komseriya NY`yê ya Koçberan daxuyaniyek da.
Tevî endamên rêxistinê, bi dehan dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî jî beşdar bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ve hat xwendin.
Evîn Cuma destnîşan kir ku kiryarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojahilatê Sûriyê pêk tînin qirkirina komî ne û ev sûcên şer yên li dijî mirovahiyê ne.
Di daxuyaniyê de qirkirina etnîkî, guhertina demografiyê, talan, dîzî, koçberîya ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne hat bibîrxistin û hin encamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker weha hatin rêzkirin:
Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî plana quhertina demografiyê dixe dewre û Tirkmenên ji herêmên El Xûda, Idlîb û Helebê tên bicîhkirin.
Ji ber êrîşan zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn û ji ber şert û mercên zivistanê bi karesateke mezin re rû bi rû ne.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hezar û 321 kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Di komkujiya dewleta Tirk a li Til Rifetê de 8 jê zarok 10 sivîl şehîd bûn.
Rêxistina Mafê Mirovan di dawiya daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navnetewî kir ku li dijî sûcên şer yên dewleta Tirk bikevin nav tevgerê û kesên sûcdar werin darizandin.