Yekîtiya Ewropayê ragihand ku hevpeymana navbera dewleta Tirk û hikumeta Wîfaq ya Lîbî de der-qanûnî ye.
Welatên Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku hevpeymana navbera Tirkiye û hikumeta Wîfaq a Lîbî de binpêkirina qanûnên navdewletî ye.
Li gorî YE ev hevpeyman mafên dewletên weke Yûnan û Qibirsê û qanûnên deriyayî yên NY binpê dike.
YE di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji bo Yûnan û Qibirsê destnîşan kir.
Destpêka vê hefteyê Yûnanistanê di civîna wezaretan a YE li Birukselê de bang li YE kiribû ku helwestekê li dijî hevpeymana navebera dewleta Tirk û hikumeta Wîfaq a Lîbî de diyar bike.
Tê payîn jî ku Lûtkeya YE di 12 û 13 vê mehê de were lidarxisitn.