Konferansa li ser Rojava di roja 2. bi dawî bû

Li peytexta Belçîka Brukselê xebatên konferansa navnetewî ya bi navê “Bakur û Rojhilatê Sûrî.. ‘Rojava’.. Ezmûna herêmî û navdewletî di roja xwe ya 2’yan de bi dawî bû. Di konferansa de li dijî dagirkeriya Tirk helwest hatin nîşandan. Hate gotin ku Erdogan sûcdarê şer e û divê were darizandin.

Li Parlementoya Ewropayê ya li Brûkselê ji bo Rojava konferansek hate lidarxistin û îro di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
Di konferansê de li ser sedem û encamên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftin hatin kirin.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran ÇiyaKurd di konferansê de axivî.

BEDRAN ÇIYAKURD: WEKE SÛCDARÊN ŞERÊ CÎHANÊ YÊ DUYEMÎN, DIVÊ ERDOGAN WERE DARIZANDIN
ÇiyaKurd destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergaleke li ser jiyana hevpar hatiye avakirin, lê Tirkiyê sûdê ji komên teror werdigire û dixwaze rejîmeke teror ava bike.
ÇiyaKurd got:
“Di destê me de lîste heye ku Tirkiyê çeteyên DAÎŞ û El Nisrayê bi kar tîne.
Çawa ku sûcdarên Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatine darizandin, divê Erdogan jî were darizandin.”

NAZÎRA GEWRIYE: TIRKIYE DIXWAZE JI BO TERORÎSTAN HERÊMEKE EWLE AVA BIKE
Ji Partiya Yekîtiya Sûryanan Nazîra Gewriye jî ev tişt anî ziman:
“Tirkiyê her demê xwestiye ku li rêveberiya xweser bixe.
Tirkiye dîsa rih dide DAÎŞ’ê û armanc ew e ku ji bo terorîstan herêmeke ewle ava bikin.”

EBDULREHMAN:LEŞKERÊN DEWLETA TIRK BI OPERASYONAN HIQÛQA NAVNETEWÎ BINPÊ DIKIN
Damezirînerê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Abdurahman jî bal kişande ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê.
Abdurahman diyar kir ku leşkerên Tirk bi operasyonan hiqûqa navnetewî binpê dikin û armanc ew eku guherîna demografîk pêk bîne.

HEYAT NEÎSE:GEFÊN KU TIRKIYÊ LI RÊVEBERIYA XWESER DIXWE, LI SER HEMÛ GELÊN SÛRIYÊ DIXWE
Ji Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Heyat Neîse anî ziman ku gefên ku Tirkiyê li rêveberiya xweser dixwe, ne tenê li Kurdan, li ser hemû gelên Sûriyê dixwe.

NEŞEAT ELDÊHÎ: DIVÊ ERDOGAN WERE DARIZANDIN, JI DESTÊ WÎ XWÎN DIHERIKE
Nûçegihanê Misrî Neşeat Eldêhî jî bal kişande ser karakterê emperyal ê dewleta Tirk û got,
“Erdogan li dijî berjewendiya Kurdan û Ereban dixwaze împaratoriya nû ya Tirk, împaratoriya Osmanî ava bike.
Rêxistinên navnetewî dirû ne û dewlet li gorî berjewendiya xwe tevdigerin.
Erdogan sûcdarê şer e û divê were darizandin. Ji destê wî xwîn diherike.”
Duh, di roja yekem ya konferansê de

KOUCHNER:NIRXÊN KU KURD DIPARÊZIN NIRXÊN EWROPAYÊ NE JÎ
Duh, di roja yekem ya konferansê de Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransayê û Hevserokê Rêxistina Doktorên Sînornenas Dr. Bernard Koûchner jî wiha gotibû:
“Bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewimin ji derveyî hovitiyê ne tiştek din e.
Piştgiriya me ji bo Kurdan mayînde ye û nirxên ku Kurd diparêzin nirxên Ewropayê ne jî.”

Leave a Reply

Back to top button