Hikumeta Avganistanê ragihand ku wan di nava 6 mehan de li rojhilatê welêt 700 çeteyên DAIŞê tevî malbatên wan girtine.
Istixbarata Avganî diyar kir ku di nava girtiyan de, 75 jin û 159 zarok hene.
Her wiha berpirsekî Avganî jî anî ziman ku piraniya van çeteyên hatine girtin jî ji Pakistan û welatên Asyaya Navîn in.
Girêdayî mijarê, berî demekê, nûnerê Emerîka yê taybet bi Avgansitanê Zelmay Xelîl ragihandibû ku tevgera DAIŞ’ê li rojhilatê welêt bi saya operasyonên Emerîkî û Avganî kêm bûye.