Ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê ku zêdeyî 5 mehe dewam dike û êdî asayîşa PDK’ê heta destûr nade ku Şêniyên Mexmûrê canzeyê miriyên xwe jî werbigrin.
Şevê din şêniyê bi navê Ebdulkerîm Ebdurehman ê 57 salî ji ber nexweşiyeke giran rakirin nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê.
Emdulrehman ji ber nexweşiya xwe ya giran wefat kir.
Dema malbatê xwest derbasî Hewlêrê bibe û cenazeyê miriyê xwe bigre asayîşa PDK’ê destûr neda.
Malbat heta destê sibehê li benda kontrolê hatine hiştin û piştî gelek hewldanan, hinek kesên din cenaze ji Hewlêrê anîn li benda kontrolê radestî malbatê kirin.
17’ê Tîrmeha 2019’an li xwaringeha Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’a Tirk Osman Kose hat kuştin û ji wê rojê ve bêyî ku sedemekî nîşan bide asayîşa PDK’ê wargeha Mexmûrê xistiye dorpêçê.
Ev ambargo zêdeyî 5 meh in dewam dike û herî kêm ji ber wê heta niha li wargehê 5 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Tevî Rêveberiya Wargehê, gelek aliyan banga bidawîkirina vê ambagoyê kirin lê Asayîşa PDK’ê ji nedîtê ve tê.