Li Iraqê namzetê serokwezîr Suheyl xwe paş ve kişand

Li Iraqê pîştî nerazîbûnên xwepêşandêran Kusay El Suheyl ji namzetiya serokwezîrtiyê vekişiya.

 

Li Iraqê Koalîsyona Bînayê ku nêzî Îranê tê dîtin, tevî xwepêşandanên li Iraqê ku ev 3 meh in dewam dikin, Kusay El Suleyh ji bo serokwezîrtiyê namzet nîşan dabû, lê belê ji ber nerazîbûnên xwepêşandêran Suleyh xwe ji namzetiyê vekişand.

Suheyl nameyek ji Koalîsyona Bînayê ya li Parlamentoya Iraqê re şand û diyar kir ku ”ji ber sedema ku rewşa heyî rê nade ku serokwezîrtiyê bike, xwe ji namzetiyê vedikişîne.

Suheyl ku hê jî Wezîrê Hîndekariya Bilind e, piştî ku xwe weke namzetê serokwezîrtiyê nîşan dabû, ji 1’ê Cotmehê û vir ve xwepêşandêr li qadan nerazîbûnên tund nîşan dabûn.

Parlamenterê Koalîsyona Bîna Uday Awwadî diyar kir ku ew ê navê Waliyê Basrayê Esad Îsanî weke namzet pêşkêşî Serokkomarê Iraqê Berhem Salîh bikin.

Lê belê xwepêşandêr namzetiya Îdanî jî naxwazin û daxwaz dikin ku serokwezîrê nû serbixwe be û piştî sala 2003’an di siyasetê de cîh negirtibe.

Leave a Reply

Back to top button