Li Kazaxistanê balafirek ket xwarê, herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Kazakistanê balafireke rêwiyan ku 100 kes tê de bûn, ket xwarê û herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

Balafir piştî demek kin ji firînê li bakurê rojhilatê balafirgeha Almatî ket.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya Almatî, 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 17 kes bi giranî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Serokkomar Comert Tokayev anî ziman ku berpirsyarên bûyerê wê di çarçoveya qanûnan de werin cezakirin.

Hikumeta Kazakistanê ragihand ku balafira ji şîrketa Bek Aîrê ye û li dîwarê beton û avahiyeke du qatî ketiye.

Bek Aîr xwe weke şîrketa kertên wê herî erzan ên Kazakistanê pênase dike.

Hikumeta Kazakistanê heta bidawîbûna lêpirsînê karê şîrketa Bek Aîrê bi temamî rawestand.

Leave a Reply

Back to top button