Li gundewarê Idlibê 27 leşkerên Rejîm û 9 çete hatin kuştin

Êrîşên rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê li dijî çeteyên li Idlibê dewam dikin û YE jî banga rawestandina şer kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Rûsî bi moşekan derdora bajarokê Seraqibê kirin hedef.

Hêzên rejîmê jî, gundên Cebel  Şeh-şebo li gundewarê Hemayê û derdora gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku di encama şerê li gundewarê Idlibê de, 27 leşkerên rejîmê û 9 çete hatin kuştin.

Her wiha Çavdêriya Sûrî anî ziman ku li derdora Kebanê li gundewarê Laziqiyê jî 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
YE: DIVÊ SÎNOREK JI ŞERÊ LI IDLIBÊ RE BÊ DANÎN

Têkildarî mijarê berdevkê wezîrê derve yê YE Jozêf Borîl daxuyaniyek da û diyar kir ku divê sînorek ji şerê li bakur-rojavayî Sûriyê re bê danîn.

Jozêf Borîl bang li aliyên şer kir ku sivîlan biparêzin û rêjîm û hevalbendên wê êrîşên xwe rawestînin.

YE di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ev êrîş bû sedema koçberbûna bi hezaran ji şêniyên Idlibê û banga vekirina korîdoreke mirovî li Idlibê kir.

Leave a Reply

Back to top button