QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li Til Temirê û Girê Spî domandin. QSD’ê diyar kir ku hêzên wan jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan û di encamê de 7 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.
Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê di navbera 6 û 8’ê Çileyê de eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 û 7’ê Çileyê gundên Til Mihemed û Ing El-Hewa yên Til Temirê û çeperên hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî yên li wê qadê bi hawan û obusan topbaran kirin.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî jî bersiva êrişan da û di encamê de şer derket.
8’ê Çileyê jî çeteyên dewleta Tirk li gundên Menax û Feysaliyê xwestin êrîşî herêmên sivîl û çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryanî bikin.
Lê Şervanên Suryanî bersiv dan êrîşan û li gorî hat piştrastkirin 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gundên Hoşan, Xirbit Kerem, Erîdiyê, Elo, Qiz Alî, Xirbet Faris, Dibis, Ûm El-Beramîl yên Girê Spî û rêya M4 bi çekên giran topbaran kirin û di encamê de ziyan gihişte milkê sivîlan.
8’ê Çileyê jî çeteyên dewleta Tirk xwestin gundê Dibis yê Girê Spî dagir bikin, lê şervanên QSD’ê û YPJ’ê bersiva êrîşan dan.
Di encamê de 4 çete hatin kuştin û êrişa çeteyan têk birin.