Li Nîjerê roja Pêncşemê êrîşek li dijî Kampeke leşkerî pêk hat..
Herî dawî hat ragihandin ku di wê êrîşê de 89 leşker hatin kuştin.
Berdevkê hikumetê Zekariya Abdurahme bi daxuyaniyekê got, ” Di êrîşa li ser Kampa Chînegodarê de 89 leşker û 77 terorîst hatin kuştin.”
Rayedarên vî welatî ji bo êrîşa herî giran, şîn ragihand û tê payîn îro bikeve pratîkê..