Rêjîma Sûrî ji dewleta Tirk xwest ku dimildest ji tevahî xaka Sûriyê vekişe

Li Paytexta Rûysayê Moskow civîneke sêalî di navbera Rûsya, Tirkiyê û rejîma Sûriyê de pêk hat. Rêjîma Sûrî ji dewleta Tirk xwest ku dimildest ji tevahî xaka Sûriyê vekişe.

Li gorî ajansa SANA’yê ya girêdayî rejîma Sûriyê hat ragihandin ku li Moskowyê civînek di navbera Rûsya, Tirkiyê û rejîma Sûriyê de pêk hat.

Ji rejîmê Serokê Buroya Ewlehiya Netewî Elî Memlûk û ji Tirkiyê jî serokê saziya Îstîxbaratê Hakan Fîdan di civînê de bûn.

Di civînê de lihevkirinên der barê Idlibê de, vekirina rêya Heleb-Laziqiyê û Heleb- Hema hatin gotibûbêjkirin.

Her wiha di civînê de rêjîma Sûriyê ji dewleta Tirk xwest ku rêzê ji serweriya komkara Sûriyê bigire û dimildest ji tevahî xaka Sûriyê vekişe.

Hêjayî gotinê ye ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin beriya çend rojan serdana Şamê kir û hevdîtin Beşar El-Esed re kir, piştre berî da Tirkiyê û bi Erdogan re jî civiya û derbarê rewşa li Sûriyê nîqaş kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button