Piştî agirbesta dewleta Tirk.. şer li Helebê gur bû

Rejîma Sûrî êrîşên xwe yên li dijî herêmên çeteyên dewleta Tirk yên li Helebê zêde kirine.

Li gundewarê Helebê, piraniya wan zarok, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 31 jî birîndar bûn.

Rûsyayê jî ragihand ku, wan 3 balafirên bê mirov yên li ser baregeha Himêmêmê difiriyan anîne xwarê.

Êrîşên esmanî li ser Helebê ku di nava herêmên bi navê ”Kêmşer” de ye, piştî ragihandan agirbesta 12’ê Çileyê dijwartir bûne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê bêhtirî 37 êrîş li herêmên Şêx Elî, Encara, Şamîko, Qasimiye, Mezinzaz, Kefer Naha, Kefer Ta’al û derdora Etaribê pêk anîn.

Çavdêriyê diyar kir ku tenê li gundên Kefer Ta’al, Kefer Com û Cubêna piraniya wan zarok, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

ŞERÊ LI HELEBÊ
PIRANIYA WAN ZAROK, 7 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Her wiha 31 sivîl jî birîndar bûn.

Ev şerê giran yê li Helebê balkêşe ku piştî hevdîtina dawî ya serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û serokkomarê Tirkiyê Erdogan a Enqereyê ku di encamê de agirbestek ragihandin de, rû da.

Piştî ragihandina agirbestê, di saetên despêkê de şerê li herêmê careke din despêkiribû.

Her wiha tevî belgekirina Rûsyayê ji binpêkirinê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve pêk tên jî, heta niha aliyên navborî li binketina vê agirbestê mukir nehatine.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
RÛSYA BALAFIRÊN BÊ MIROV JI SER HIMÊMÊMÊ ANÎN XWARÊ

Têkildarî binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk ji agirbestê re, herî dawî Rûsyayê ragihand ku, wan balafirine bê mirov ji ser baregeha Himêmêmê anîn xwarê.

Wezareta Parastinê ya Rûsya bi daxuyaniyekê diyar kir ku, pergala parastina asîmanî ev balafir anîn xwarê û ti ziyanên madî û canî çênebûne.

Li gorî daxuyaniyê, hersê balafirên ku bûne hedef, hewl didan êrîşekê ji aliyê Bakur Rojhilatê herêmê ve pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button