Lavrov: Hejmareke zêde ya çeteyên ji Sûriyê berê xwe didin Lîbyayê

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyarkir ku jimareke zêde ji çeteyên li Idlibê berê xwe didin Lîbyayê û piştrast kir ku ev pêngav binpêkirina biryarên navdewletî ye.

Her wiha Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî jî şandina dewleta tirk ya çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê re, bi xeternak binav kir.

Dewleta tirk tevî hemû peyman û lihevkrinan komên xwe yên çete ji Idlibê vediguhêze Lîbyayê.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov têkidarî mijarê axivî.

Lavrov dazanîn ku dewleta tirk hêjmareke mezin ji çeteyên xwe yên li Idlibê derbasî Lîbyayê kiriye.

Lavrov ev kiryarên dewleta tirk bi binpêkirina biryarên navdewletî binav kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku di van demên dawîn de dewleta Tirk zêdetirî 3 hezar û 600 çete derbasî Lîbya kirine.

Wezîrê Karên derve yê Erbistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan
Siyasetên Tirkiyê li Lîbyayê pir xeternak in

Wezîrê derve yê Siûdiyê Feysel Bîn Ferhan di hevpeyvîneke li gel televîzyona CNN a Amerîkayê de diyar kir ku dewleta tirk ne tenê şêwirmend çeteyan jî dişîne Lîbyayê.

Feysel Bîn Ferhan şandina çeteyan bi xeteriyek mezin binavkir û wiha got:

Leşkerên nebirêxistinkirî dibin sedema qada şerê ku berê tevlihev.

Ev yek jî dibe ku xetereya derbasbûna leşkerên radîkal li xeta aloziya Lîbyayê xurt bike û divê ev yek bê qedexekirin.

Agirbesta Lîbyayê
Brîtanya pêşnûmeyek ji bo agirbestê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir

Li alîkî din, Brîtanya ji bo agirbesta Lîbyayê, pêşnûmeyek radestî Konseya Ewlekariyê kir

Li gorî ajansa Frans Pressê, Sekreterê giştî yê NY Antonî Guetters xwest ku “pêşinyarinan ji bo agirbestê” pêşkêş bike.

Back to top button