Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî qebûlkirina agirbestê bi vekişîna hêzên Tirkî û çeteyên wê ji Lîbyayê ve girêda.
Îro Fermandarê Giştî Xelîfe Hefter ragihand, ew amade ne agirbestê pêk bînin, lê bi şerta derketina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê.
Duh jî, piştî Erdogan bi serokê hikumeta Wîfaqê el-Serac re li Stenbolê civiya, Erdogan anî ziman ku eger aliyên navdewletî ji bo aloziya Lîbyayê negihiştin lihevkirinkê û eger were xwestin ew ê tevahiya Lîbyayê kontrol bikin.
Her wekî, Erdogan telefonî Qiralê Qeterê Temîm bin Hemed jî kir û aloziya Lîbyayê pê re nîqaş kir.