Dewleta Tirk a dagirker têkçûna li Idlibê ji bo guhertina demografiya Herêma Efrînê bi kar tîne.
Ji bo vê yekê bike, bi hezaran çete û malbatên wan li gundewarê Efrînê bi cih dike.
Li milekî din jî malên Kurdan bi erzanî difiroşe koçberan.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker, çete û malbatên wan ku ji Idlibê direvin li gudewarên Herêma Efrînê bi cih dike.
Çavkaniyên ji Efrînê jimara çeteyan û cihê bicikirine eşkere kir.
Li gorî vê;
18`ê Sibatê, 84 malbatên çeteyan li gundê Mareskê û bêhtirî 2 hezar û 200 çete li gundê Mirêmîn ên Navçeya Şera hatin bicihkirin.
19`ê Sibatê, 69 çete li gundê Tirindê û derdora 100 çete jî li gundê Marata hatin bicihkirin.
60 çete li gundê Mele Xelîl ê Navçeya Cindirêsê hatin bicihkirin.
Li gundê Xezawiyê yû Şêrewa jî nêzî hezar û 250 çete hatin bicihkirin.
Li nêzî gundê Îska jî 500 çete û li herêma di navabera gundê Xezawiyê û Birc Ebdalo de, nêzî 560 çete, hatin bicihkirin.
Girêdayî mijarê, çeteyên Ceyş El-Islam û Ixwan El-Muslimîn malên Kurdên koçber bûne bi 2500 dolarî difiroşin kesên ji deverên din anîne û li Efrînê bicih kirine..
Şerek di navbera êla Bobena û çeteyan de rû da
Di çarçoveya hewldanên desteserkirinê de, çeteyên El-Hemza hewl da ku dest deynin ser du malên sivîlekî ereb yê ji êla Bobena.
Ji ber wê jî êlê li hemberî wan li ber xwe da û şerek di navbera wan de derket.
Lê heta niha agahiyên der barê encama şer de nehatine bidestxistin.