Hevseroktiya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê û Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê derbarê şewata li daristana Îmraliyê du daxuyaniyên nivîskî dan.
Her du aliyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku divê parêzerên Rêber Ocalan bilez biçine Imraliyê û rewşê ji gel û raya giştî re ragihînin û bang kirin ku heta rewşa Ocalan neyê zanîn divê gelê kurd û bi taybet jin meydanan bernedin.
Hevseroktiya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê derbarê şewata daristanê ya li Imraliyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku divê her kes bi guman nêzîkî bûyera şewatê bibe..
KCK: Dewleta Tirk û perggala navnetewî berpirs e
KCK’ê diyar kir ku bûyerên li li Imraliyê diqewimin dewleta Tirk û pergala navnetewî û CPT’î berpirs e û got:
Hemû bûyerên li dijî Rêber Ocalan wateyek wê ya siyasî heye, divê gelê me li gorî vê yekê nêzî bûyerê bibe.
KCK: Heta parêzerên neçin Îmraliyê, divê gel meydanan bernedin
KCK’ê diyar kir ku tevger û gelê kurd ji daxuyaniyên desthilata faşîst bawer nake, lewra dimildest divê parêzerên Rêber Ocalan biçin Îmraliyê û rastiyê ji raya giştî re raghînin.
KCK’ê banga seferberiyê li gelê kurd li kurdistanê û derve welat kir û ev peyam da:
Heta ku parêzer û malbat neçin Imraliyê û daxuyaniyê nedin divê gel, dostên me, jin û ciwan meydanan bernedin.
Divê her kes seferber bibe û li gorî erkê xwe tevbigere.
KJK: Bi lezgînî divê bi rêver APO re hevdîtin werin kirin
Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê jî derbarê heman mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û daxwaz li CPT kir ku şandeyekê bişîne Imrliyê, parêzer û malbata Ocalan jî bi lezgînî bi Rêber Apo hevdîtinê bikin.
KJK’ê destnîşan kir ku divê ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan çareserî were pêk were, ji ber vê yekê divê gelê me li dijî rewşa heyî ya Rêber Ocalan gel û bi taybet jin li qadan bin û asta berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin.