Xebatên Yekîtiyê dilê her kurdekî xweş dike.
Bi taybetî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê ku ev bagr girtiye ser milê xwe, bê navber danustandin û xebatê dike.
Di vê çarçoveyê de KNK-Rojava li bajarê Qamişlo nivîsgeha xwe vekir.
Bi dehan endam û rêveberên partiyên siyasî jî di vekirina nivîsgehê de amade bûn û keyfxweşiya xwe anîn ziman.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava ji bo xebatên yekrêziya kurdî bi awayekî herî baş bide meşandin, navendên xwe vedike.
KNK-Rojava îro bi tevlîbûna dehan endam û serokên partiyan nivîsgeha xwe ya li bajarê Qamişlo vekir.
Di vekirina nivîsgehê de,
Nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk,
QSD`ê,
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê,
TEV-DEM,
nûnerên Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,
nûnerên Civaka Îslamî ya Demokratîk,
nûnerên eşîrên ereb û kurd,
partiyên siyasî û kesayetên serbixwe amade bûn.
Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso îşaret bi girîngiya vekirina nivîsgehê li Rojava kir û wiha got:
Di vê pêvajoyê de vekirina nivîsgehê xwedî girîngiyek zêde ye.
Hiso bal kişand ser rola nivîsgehê ku dê ji bo yekitiyê kar û barên giran bike.
Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso jî diyar kir ku KNK ji bo yekrêziya Kurdî xebatek sereke dide meşandin û heta dawî jî wê ji bo vê xebatê piştevaniye bikin.
Komîteya Rêveber a KNK’ê belgeyên xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin da ku nivîsgehê ruxset bike û dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kar û xebatên xwe bike.