Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji ber zihniyeta Rêjîma Sûriyê şoerşa Sûriyê ji xeta xwe derket û veguherî şerekî hovane. Rêverberiyê careke din amadebûna xwe ji bo çareseriya aloziya sûriyê nîşan da.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvagera 9’an a şerê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, ji ber zihniyeta Rêjîma Sûriyê şoerşa ku li ser esasê azadî û bidestxistina mafan dest pê kir veguherî şerekî navxwayî ku heta niha gelê Sûriyê temenê wê dide.
Rêveberiyê ragihand ku di 9 salên şerê Sûriyê de, berjewendiyên kesayetî, ejîndeyên herêmî û avakirina komên çete derketin pêş.
Rêveberiya Xweser: Li Bakur û Rojhilatê Sûrî, zemînek xurt a şoreşê hebû
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got:
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zemîneke xurt a şoreşê hebû ew jî serhildana 12’ê Adarê bû, ji ber vê yekê ev herêm faktora herî xurt a parastina giyanê şoreşê bû, her wiha herêmê tevahî hewldanên têkbirina şoreşa demokratîk bersivdanin û li gorî wê, gel bi rêxistin kir.
Rêveberiya Xweser: Şerê li dijî DAIŞ’ê, ji erkeke me ya Niştimanî-Sûrî tê
Rêvberiya Xweser diyar kir ku şerê li dijî DAIŞ û çeteyên dewleta tirk erkekî niştîmanî Sûrî ye û wiha anî ziman:
Me buhayê vê yekê bi xwîna bi hezaran ji şêniyên herêmê dan.
Teror û dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê, du mijarên ku aloziyê kûrtir dikin û çareser nakin.
Rêveberiya Xweser: Ji bo bidawîkirina aloziya Sûrî, em amade ne bi hemû aliyan re rûnin
Rêveberiya Xweser daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
Em bang li hêzên niştimanî dikin ku erkên exlaqî û niştîmanî pêk bînin, Divê Neteweyên Yekbûyî ji bo çaresriya aloziya Sûriyê kedeke mezintir bide û di pêkanîna biryara 2254 de bixebite, da ku dawî li aloziyê bîne.
Rêveberiya Xweser amadebûna xwe ji bo diyaloga Sûrî -Sûrî careke din anî ziman.