Li 4 şaredariyên HDP’ê ku qeyûm li wan hatine bicihkirin, 2 şaredariyên din zêde bûn.
Duh şaredariya Bajaroka Civanîka a Sêrtê û Şaredariya Norşînê a Bedlîsê jî ji aliyê qeyûman ve hatin dagirkirin.
Qeyûm li Şaredariya Bajarokê Civanîka yê Sêrtê hat erkdarkirin û Şaredar Serhat Çîçek jî hat binçavkirin.
Qeyûm li şaredariya Norşînê hat bicihkirin
Her wiha Wezareta Karên Navxweyî, qeyûm li Şaredariya Norşîn a Bedlîsê jî bi cih kir.
Polîsan, avahiya şaredariyê dorpêç kir û ketin hundir û dest bi lêgerînê kirin.
Duh, qeyûm li Şaredariya Êlih, Farqîn, Erxenî û Licê jî hatibûn bicihkirin.
Bi vê yekê re, heya niha ji 65 şaredariyên HDP’ê, qeyûm li 40 şaredariyan hatine erkdarkirin.