​​​​​​​Di encama teqîna mayina çeteyan de li Girê Spî zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li gundê Zenûba yê Girê Spî mayînek çeteyên dewleta Tirk bi zarokan ve teqiya û zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker şevê din li nêzî gundê Zenûba yê Girê Spî mayin danî bûn.

Îro di saetên sibê de zarokên gundê Zenûba dema ku li devera mayîn lê çandine dilîst, mayin bi wan ve teqiya.

​​​​​​​Di encamê de zarokekî bi navê Mihemed Ebîd Evdîla jiyana xwe ji dest da, û 2 zarokên din bi navên Saqir û Îsmaîl jî bi giranî birîndar bûn.

Zarokên birîndar niha li nexweşxaneya Kobanê tên dermankirin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundê Fatsa ê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin.

Li gorî agahiyan artêşa Tirk li bejahiya Eyn Îsayê sivîlan hedef digrin.

Back to top button