Wekî tedbîrên li dijî derketina vîrûsa Coronayê, Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî hin biryarên nû girtin.
Hin biryarên xwedî hejmar 3 ku hatin girtin ev in:
1-Hemû civîn û kombûnên li saziyên Adaleta Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûrî tên qedexekirin.
2-Dewam li saziyên Adaleta Civakî li gorî sîstema nobetê dewam dike.
3-Hemû celseyên li dewawînên Edaletê heta dîroka 23.4.2020 tên taloqekirin.
4-Danûstandin û xebatên desteyên Edaletê bi dadwerê nobedar re bi riya internêtê tên cîbicîanîn.