Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî: Divê Corona, ji bo berjewendiyên siyasî neyên bikaranîn

Piştî ku duh serokê Amerîkayê Donald Trump, gefa qutkirina alîkariyê li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê xwar, Rêveberê giştî yê Rêxistinê Cibrisos, bersiva Trump da û bang li rayedarên dewletan kir ku aloziya Corona ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar neynîn.

Cibrisos di axaftineke çapemeniyê de got:

“Divê em yekdest bin û vîrûsê ji bo berjewendiyên siyasî bi kar neynîn û divê Amerîka û Çîn bi awayekî zelal bi me re alîkar bin”.

Serokê Amerîkayê Trump: Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, erkê xwe bi cih nayîne

Trump duh ragihandibû, ew ê nema destekê bidin, ji ber Rêxistina Tenduristiyê karê xwe baş bi cih nayîne.

Li gorî daneyên Amerîkî, sala 2019’an, Amerîka 400 milyon dolar daye Rêxistinê, ev jî 15 ji sedî ji gencîneya Rêxistinê ye.

Heman tişt ji aliyê Rêveberiya Xweser jî hat teqezkirin, ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, ti alîkariyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî pêşkêş nake û buroya ku li Şamê vekiriye jî, ji bo herêmê erka xwe bi cih nayîne.

Back to top button