Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê Semîr Ferdon Elî diyar kir ku “Madeyên ku di pakkirina bajaran de hatine bikaranîn, xwedî kalîteyên cîhanî ne û xebatên pakkirina bajar, wê heya bidawîbûna ‘nederketina derve’ bidomin.”
Li gorî hevserokê rêveberiyê, pakkirina bajêr, li ser 3 qonaxan tên meşandin.
Qonaxa yekemîn, 15ê Adarê hat destpêkirin û tevahiya navend û rêveberiyên herêmê hatin pakkirin.
Piştre, mizgeft û dibistan û di qonaxa sêyemîn de jî, kolanên bajar û bajarokên herêmê hatin şûştin û bi madeya klorê hatin pakkirin.
Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê, destnîşan kir ku ew herdu madeyan bi kar tînin, ji ber xwedî bandorek demdirêj in û 6 mehan dimînin.