Dengbêj û helbestvanên kurd bal kişandin ser rojên mayîna li mal û anîn ziman ku mirov dikare wan rojan veguherîna fersendan û bi kurdî binivîsînin, bixwînin, lêkolînan bikin û xwedî li çand û hunera xwe derkevin, ji ber ku huner avakirina aramiyê ye.
Ji bo pêşî-lêgirtina vîrûsa koronayê li Tirkiyê li gel bange-waziyên li malê bimînin hîn tedbîr didomin.
Ji ber polîtîkayên aboriyê yên dewletê bi milyonan kes neçarin ku bixebidin.
Hunermendên kurd bal kişandin ser polîtîkayên bişaftinê û gotin pêwîste mirov niha mayîn li malê veguherîne fersendan û li ser ziman, çand û hunera kurdî raweste.
Helbestvan û dengbêj Herdem Merwanî, bal kişand ser rojên ku derbas dike û dibêje:
Ez li malê pirtûkan dixwînim û lêkolînan dikim, Çanda kurdî xwedî dewlemendiyeke mezin e û her tim xwe li dijî êrîşan parastiye.
Divê em dengbêjiyê biparêzin û bidin dewam kirin.
Dengbêja Navenda Çanda Mezopotamyayê ku di heman demê de mamosteye dengbêjiyê ye Xalîde Demîrbaş ev itş got:
Banga li malê bin tê kirin û divê mirov guh bide van hişyariyan.
Em dikarin mayîna li malên ji xwe re bikin fersendek û lêkolînên xwe berfirehtir bikin.
”Zimanê xwe biparêzin”
Helbestvan Meral Xezal jî anî ziman ku ziman û çanda kurdî xwedî dewlemendiyên mezin in.
Çand û huner dê dilê me aram bike, bi kurdî bixwînin, lêkolîn bikin, xwe nas bikin û zimanê xwe biparêzin.
Stranbêj Berfîn Demîr jî destnîşan kir ku ew li malê bi rêya medyaya civakî xwe digihîne huner-hezan û got:
Em tucarî xwe bê huner ne-hêlin, di van rojan de yek ji tiştên herî pêwîst ew ku em xwedî li çand û hunera xwe derkevin.
Dildarê dengbêjiyê Ruşen Amed bi stranekî got li malê bimîn û di van rojên karantînayê çanda kurdî fêr bibin U ziman, çand û hunera xwe biparêzin.