Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî belavkirina alîkariyê li ser malbatên xizan dewam dike. Heya niha 450 pakêtên alîkariyê li herêmê hatine belavkirin û îro jî 178 pakêtên din hatin belavkirin.
Biryara nederketina derve ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî ve hatî ragihandin di roja 10’an de ye.
Rêveberî ji bo alîkariya bi malbtên xizan re bike ketiye nava tevgerê û hewil dide alîkariyê bighîne hemû malbatên xizan.
Rêveberiya Xweser bi hevkariya TEV-DEM îro dest bi pêvajoya 3. a belavkirina alîkariyê li ser malbatên xizan ên herêma Cizîrê kir.
Heta niha 450 pakêtên alîkariyê li herêmê hatine belavkirin û îro jî 178 pakêtên din hatin belavkirin.
Hinek xêrxwazan jî bi rêya TEV-DEM’ê 300 pakêt li ser xizanan belav kirin.
Hevserokê buroya rêxistnkar ya TEV-DEM li Hesekê Ferhan Dawûd diyar kir ku ev alîkarî li aliyê Hesekê hat belavkirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku doh alîkarî li Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê li ser malbatên xizan hatin belavkirin.
Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî 6’ê vê mehê bi daxuyaniyekê teqez kiribû ku heta biryara nederketina derve hebe ew ê pakêtên alîkariyê li ser malbaten xizan belav bikin.
Li Tirbespiyê pêngavên pakkirnê dewam dikin
Li aliyekî din jî pêngavên pakkirinê li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dewam dikin.
Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê bi hevakriya komîteyên şaredariyê yên kantona Qamişlo û tîma agirkujiyê ya Qamişlo cihên giştî pakkirin.
Ji saetên sibê ve şaredarî dest bi pakkirina kolanên sereke, dikanên bazirganiyê yên li bazara navçeyê û kêlekên rêyan kir.