Sibe meşek li Zînî Wertê tê kirin

Ev mehek e aloziya Zînî Wertê di rojevê de ye. Kurdistanî li her derê bi bertek û helwestên xwe, hewl didin peşiya şereke navxweyî bigirin. Li ser vê jî, komek parlamenter, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar û şêniyên herêma Raperîn, insiyatîfek da destpêkirin û sibe li Zîne Wertê dest bi meşê bikin.

Ji bo pêşî li aloziya Zînî Wertê were girtin û şerekî navxweyî rû nede, li Başûrê Kurdistanê, parlamenterên kevin, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û saziyên sivîl, insiyatîfek da destpêkirin.

Li gorî insyatîfê, wê sibê saet 1 piştî nîvro meşek li Zînî Wertê pêk were.

Çalakvan, wê destpêkê li bajarokê Serkepkan ê girêdayî Îdareya Raperîn kom bibin, piştre bi erebeyan heta nêzî Zînî Wertê biçin û li wir dest bi meşê bikin.

Piştî meşê, wê daxuyaniyek bê dayîn û bang li hêzên ku li wir bi cih bûne, bê kirin ku xwe ji herêmê vikişînin.

Li gorî endamên insiyatîfê, wê şêniyên herêma Raperîn, Qendîl û Silêmaniyê jî tevlî meşê bibin.

KCK: Em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Her wiha Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî duh bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku “bangên li ser Zînî Wertê, gelekî hêja ne û berpirsyariya ku dikeve ser milê wan, wê bi cih bînin”.

Wezareta Pêşmergeyan ji bo rewşa Zînî Wertê civiya

Di heman çarçoveyê de, duh Wezareta Pêşmergeyên hikumeta Başûrê Kurdistanê û Desteya Parastinê ya Wezareta Pêşmereyan li ser rewşa dawî ya Zînî Wertê civiyan.

Hate ragihandin, di civînê de ti biryar ji bo vekişînê nehate dayîn, her wiha ji bo mayîna hêzan jî, tiştek diyar nebû.

Tê payîn ku îro armanca civînê zelal bibe.

Hûnermend û siyasetmedarên başûr, banga beşdariya çalakiyê kirin

Ji bo meşa ku wê sibê li herêma Zînî Wertê bê kirin hunermend, çalakvanên medenî, siyatmedar û gelê herêmê banga tevlîbûnê li her kesî kirin.

Hunermend Kara Mihemed bang li hunermend û herkesî kir ku sibê di saet 13:00’an de beşdarî meşê bibin da ku rê li pêş rewşa heyî ku wê bibe sedema şerê birakujî bigirin.

Mamosta Aso Kusarî û Mamostayê Zanîngehê Aram Qadir di peyamên xwe de diyarkirin ku ji bo aşitî û ewlehiya li herêmê bê parastin, divê herkes beşdarî meşê bibe.

Saziya gaziyan a Kobanê: Divê PDK’ê nebe amûrê dewleta Tirk

Saziya Gaziyan a Kobanê jî der barê aloziya li Zînî Wertê daxuyaniyek da û bang PDK’ê kir ku nebe amûrê dijmin, da ku şerê birakujiyê çenebe.

Back to top button