Berdevkê leşkerî yê Misirê ragihand ku li başûrê bajarê Bîr El-Ebid li dijî panzêrek hêzên wan êrîşek bombeyî pêk hat. Di encamê de, efserek hate kuştin û 8 leşker birîndar bûn.
Berdevkê leşkerî yê Misirê Tamir el-Rîfayî diyar kir ku bombeyek li devereke başûrê bajarê Bîr El-Ebid a bakurê Sînayê teqiya, di encamê de efserek hate kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.
El-Rîfayî teqez kir ku çalakiyên wan ên li dijî terorîstan berdewam in.
Tê zanîn, tevgera çete û komên Îslamî yên tundrew ji 2004an ve li bakurê Sînayê heye û vê dawiyê dibin navê “Ensar Beyt el- Meqdis” ku girêdayî DAIŞê ne, operasyonên xwe yên terorîst pêk tînin.