Dewleta Tirk a dagirker û hêzên Rûsî li gundewarê herêma Aliyan a Girkê Legê dewriya hevbeş pêk anîn.
Dewriye ji gundê Dêrûna Axê dest pê kir û li gundê Batirzan, Bakrewan, Qastepan, Qerxo, Kaniya Nebî, Cîlika, Şêx Îbrahîm, Sermsax, Banokiyê û Xirab Reşik geriya.
Tê zanîn ku hêzên Rûsyayê beriya dest bi dewriyeyê bikin alên xwe ji erebeyan rakirin û al li ser erebeyên artêşa Tirk tune bûn.