Erdogan, tevî ku heya niha zêdetirî 12 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê, îcar dest bi şandina zarokan jî kiriye. Navenda Çavdêriya Sûrî ragihand ku Tirkiyê 150 zarok ji Sûriyê leşker kirine û şandine Lîbyayê. Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê jî diyar kir ku Tirkiyê bi van kirinan sûcên şer dike û divê were dadgehkirin.
“Tirkiyê 150 zarok ji Sûriyê leşker kirine û şandine Lîbyayê.”
Bi van gotinan, Rêveberê Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman sûcê şer ê dewleta Tirk piştrast dike.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, navenda şandina zarokan bo Lîbyayê, Efrîn e…
Her wiha, gelek zarokên di biniya 18 salan de, ji Idlib û gundewarên Helebê bi hinceta kar bikin, wan dişînin Efrînê.
Piştre Tirkiyê wan leşker dike û bê agahiya malbatên wan, wan dişîne Lîbyayê.
Malpera Al-Monitor a Amerîkî, diyar kiribû ku Tirkiyê xizantiya gelê Sûriyê bi kar tîne û zarokên wan tev li şerê Lîbyayê dike.
Li gorî protokolên lihevkirina mafên zarokan, divê tevahiya dewletên ev lihevkirin mohr kirine, zarokan di şeran de bi kar neyîn û leşker nekin.
Ji ber di qanûnên navdewletî de, ev “sûcekî şer” e.
Evîn Cuma: Tirkiye sûcê şer dike, divê bê dadgehkirin
Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma jî teqez kir ku Tirkiyê lihevkirinên Cinevê binpê dike.
Evîn diyar kir ku leşkerkirina zarokan, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahî û qirkirina etnîkî ye.
Evîn dibêje;
“Divê xebatên hevpar bên kirin da ku Tirkiyê di dadgeha navdewletî de ji ber wan sûcan, were darizandin.”
Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bang li UNICEF û rêxistina efûyê ya navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da leşkeririna zarokan rawestîne.