Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE’ bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, eşkere kir.
Hêzên Rizgariyê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir, ew ê li hember her cure-êrîş û paşverûtiyê têkoşîna xwe bilind bikin û armanc û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:
Mazlûm Silo bi nasnav Zagros Mabata li navçeya Mabata ya Efrînê ji dayîk bûye.
22’yê Gulana 2020’an, di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû.