Rêxistina Jinên Kurd a Viyan a li Moskovayê, têkildarî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û bang li Rûsya û saziyên navneteweyî kir ku van binpêkirinan rawestîne..
Rêxistina Jinên Kurd a Viyan, bal kişand ser kirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê û destnîşan kir ku ev 2 sal in, revandin, talan, destavêtin û kuştin, di nava bêdengiya civaka navdewletî de didome..
Rêxistinê tqez kir ku ‘ev êrîşên li dijî jinên Kurd di çarçoveya polîtîkaya jenosîtê de ye, divê dewleta Tirk û çeteyên wê hesabê vê yekê bide’.
Rêxistina Jinên Kurd a Viyan bang li raya giştî ya dinyayê kir ku li hemberî van polîtîkayan bêdeng nemînin.