Hêzên hikûmeta Şamê Cebel El-Zawiye topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê dîsa herêma Cebel El-zawiye topbaran kir. Her wiha hêzên Rûsiya û Tirkiye, cara 16. dewriya hevbeş li ser riya M4, pêk anîn.

Agirbesta Putin-Erdogan ku li hemberî şerê aliyan, xwe nagre, bi nav dewam dike.

Hêzên hikûmeta Şamê, herêmên Fetîra, Kensefra û Sifohin ên Cebel El-zawiye yê Idlibê û her wiha herêma Enkawî ya Sehil El-xab ya Hemayê, topbaran kirin.

Hemwextî wê, li ser asîmanê Idlibê, gera balafirên bê mirov kêm nabe.

Balafirên Rûsî li ser Cebel El-zawiye digerin û balafirên dewleta tirk jî li asîmanê gundewarê bakurê Idlibê digerin.

Cara 16. dewriya Rûsî-Tirkî li ser riya M4 geriya

Li aliyê din çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan raghand ku li ser riya M 4 a Heleb-Lazqiyê, cara 16. dewriya hevbeş a Tirkiye û Rûsya pêk hat.

Dewriye ji gundê Tirnebe ya li rojhilatê Idlibê, dest pê kir û heta herêma Mihembel a li rojava, dewam kir.

Back to top button