“Divê dewleta Tirk û çeteyên xwe ji Sûriyê derkeve”

Dewleta tirk a dagirker li xaka Sûrî ya ku dagirkiriye tenê qirkirin, guhertina demografî û kuştinê pêk tîne.

Van kiriyarên xwe, ji ber bêdengiya welatên cihanê her roja derbas dibe zêdetir dike.

Herî dawî Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkî li ser vê mijarê daxwaza vekişîna dewleta tirk û çeteyên wê ji Sûrî kir.

Desteyê daxwaz ji rêveberiya welat kir ku ji bo parastina aboriya rêveberiya xweser ji Qanûna Qeyser xebatên taybet bimeşêne.

 

Doh Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkî, der barê sûc, kirin û guhertina demografîk ku dewleta Tirk li Sûriyê pêk tîne, civînek bi rêya enternetê li dar xist.

Desteyê daxwaz ji rêveberiya welat kir ku ji bo bi dawîbûna qirkirina nîjadî ya ji aliyê dewleta tirk û qaşo “Artêşa Nîştîmanî” ji Sûriyê derkevin.

Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkayê:
Divê qanûna Qeyser ti ziyanê negihîne Rêveberiya Xweser

Desteyê diyar kir ku bi pêkanîna qanûna Qeyser re, divê ziyan negihêje Rêveberiya Xweser.

Divê rêxistinên navdewletî, bernameyên pêşxistin û geşedanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî çêbikin, ew jî bêyî bandorê li karê Rêveberiya Xweser bikin.

Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkî bi bîr xist ku aniha dewleta Tirk Ermen li Girê Spî nehiştine û ew ditirsin Tirkiyê dawî li hebûna Xiristiyên li Dêrik û Til Temirê jî bîne.

Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkî bi domdarî ev tişt anî ziman:

Dewleta Tirk, ji serdî 90 Êzidî ji Efrînê derxistin û cihên wan yên pîroz xera kirin.

175 malbatên Xiristiyan neçarî koçberiyê kirin.

Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkayê:
Divê Amerîka, Rêveberiya Xweser tevlî danûstandinên Cinêvê bike

Ji bo dawî anîna van kiriyarên hovane yên dewleta tirk jî Desteyê ev bang kir;

Divê komîteyek ji bo şopandina van kirinan ji aliyê Kongressa Amerîkî ve were avakirin.

Divê Amerîka zextê bike da kursiyekî Rêveberiya Xweser li ser maseya danûstandinên Cinêvê hebe.

Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkî, di dawiyê de bi bîr xist ku “bi dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, azadiya hemû olan hate binpêkirin, ji lew re divê Amerîka zextê li Tirkiyê bike da rêzê ji olan re bigire û lêpirsînê der barê Êzidiyên ku ji aliyên çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin, dest pê bike.

Back to top button