“Tundiya li jinê di dema pandemînê de zêdetir bû”

Li Tirkiyê tundiya li jinê di dema mayîna li malê de zêdetir bû. Li gorî raporên saziyên jinan û ÎHD’ê, bi dehan jin di dema li malê de hatin kuştin.

Vîrûsa corona bandor li tevahiya cîhanê kir, bi tayîbet li Tirkiyê ku het niha vîrûs li wir nehetiye kontrolkirin.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê îdîa kir ku di dema pêvajoya mayîna li malê de tundiya li jinan kêm bûye, lê belê saziyên jinan destnîşan kirin ku berevajî, tundî zêde bûye û daneyên vê yekê parve kirin.

Navenda Lêkolîna Qada Sosyo Polîtîk a li Amedê ji bo diyarkirina bandora pêvajoya li malê ya li ser jinan, anketek çêkir.

Di anketê de pirsa “Di dema mayîna li mal, we li nava malbatê nîqaş û şer kir?” hate kirin.

Bi rêjeya 69.4 ji sedî yê beşdaran gotin ‘erê’, bi rêjeya 30.6 ê beşdaran jî gotin ‘na’.

Komîsyona jinan a Îhd: 26 jin bi gumanbarî hatin kuştin

Komîsyona Jinan a ÎHD’ê têkildarî binpêkirina mafên jinan ên di dema mayîna li mal raporek eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku di pêvajoya vîrûsa corona de tundiya li jin û zarokan zêde bûye.

Her weha hate ragihandin ku di navbera 11’ê Adarê û 11’ê Gulanê de 37 jin hatine kuştin, kuştina 26 ji wan bi guman bû.

Li gorî Meclîsa ÎSÎG’ê li gorî daneyên meha Nîsana 2020’an, 4 jê zarok, 14 jê jin, 8 jê koçber herî kêm 220 karker di dema kar de jiyana xwe ji dest dan.

Seroka Komeleya Jinan a Van Starê Serap Guvenç ragihand ku li Wanê bi sedan jin bûn hedefa tundî û destdirêjiyê.

Li gorî rapora mehên Adar, Nîsan û Gulanê ya Platforma ‘Em ê dawî li kuştina jinan bînin’ 70 jin ji aliyê mêr ve 47 jin jî bi rengekî bi guman, hatin kuştin.

Di raporê de hate ragihandin ku piraniya jinan li mala xwe hatin kuştin û sedema piraniya kuştina wan jî nehate tespîtkirin.

Back to top button