Hêzên Rizgariya Efrînê ragihad ku li Efrînê di encama çalakiyeke mezin de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Hêzên Rizgariyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
19’ê Hezîranê hêzên rizgariyê li bejahiya herêma Efrînê çalakiyeke mezin û bi bandor li dijî çeteyên dewleta Tirk li dar xistin.
Di encama wê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di demên pêş de wê agahiyên berfireh û dimenên çalakiyê bi raya giştî re parve bikin.