HPG: Derb li du helîkopteran hat xistin û 34 leşker hatin kuştin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê kurdistanê, gerîlayên HPG û YJA Starê benda berxwedanê avakirine.

Gerîlayan bi çalakiyên bi bandor, tirs xistiye nava leşkerên dagirker yên dewleta tirk.

Dewleta tirk ku li pêşiya gerîla bêçare maye, leşkerên nû derbasî herêmê kir.

HPG’ê ragihand ku di encamên çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa dagirker a Tirk de, derb li 2 helîkopteran hatiye xistin û 34 leşker hatine kuştin.

 

Dewleta tirk a dagirker ji bo dagirkirina xaka başûrê kurdistanê hemû hêza xwe bikar tîne.

Lê hesabê artêşa tirk a dagirker ya li xaka tirkiye û hatina wan ya başûrê kurdistanê ji hev negirtiye.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi berxwedaneke mezin derbên xurt li artêşa Tirk a dagirker didin.

 

Têkçûna dagirkeriyê ji şandina leşkerên nû ya ji bo herêmê jî xuya dike.

Herî dawî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê ev agahî da.

 

20 û 21’ê Hezîranê balafirên şer û helîkopterên dewleta tirk qada Xantûrê bi dijwarî bombebaran kirin.

Gerîlayan bi xurtî li helîkopterên ku êrîş dikirin, dan. Li vir derb li helîkopterekê hate xistin û helîkopterên din jî neçar man ji herêmê dûrbikevin.

Dagirkeran hewl dan bi helîkopterên bi tîpa Skorsky xwe li herêmê deynin.

Gerîlayan li dijî wan 3 çalakiyên sabotajê kirin.

Di van çalakiyan de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin.

SAET 09:30

Saet 09:30’ê sibehê gerîlayan li dijî yekîneyên operasyona dagirkeriya tirk yên li qada Xantûrê çalakiyeke sabotajê kirin û li vir jî 5 leşker hatin kuştin.

SAET 11:00

Saet 11:00’an li qada Xantûrê di encama çalakiyeke sabotajê de 3 leşker hatin kuştin.

SAET 12:30

Saet 12:30’an li qada Tepê Dûpişkê li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke bi bandor pêk hat û 6 leşker hatin cezakirin.

SAET 14:00

Dema saet bû 14:00 jî li Girê Qesrokê gerîlayan ji nêzve li dagirkeran dan û 6 leşker hatin kuştin.

HPG’ê ragihand ku di vî şerî de gerîla Memyan heta kêliya dawî şer kir û şehîd bû.

Her wiha di şerê li herêmê de derb li helîkoptereke Kobra hate xistin.

SAET 14:30-16:30

Saet 14:30 û 16:30’an de gerîlayan 2 caran li leşkerên hewl didan li Girê Şehîd Bêrîvan bikevin kozikan, dan.

Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

SAET 15:30

Di çalakiyên saet 15:30’an li qada Xantûrê de jî 11 leşker hatin kuştin.

HPG’ê her wiha diyar kir ku di encama çalakiyên gerîlayan de li Xakurkê, Çelê û herêma Besta ya Şirnexê 5 leşker hatine kuştin.

Back to top button