Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Samî Abulrehman (Zagros Serê Kaniyê) bi merasîmek girseyî oxirkirin.
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Samî Abulrehman (Zagros Hesekê) ê di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê birîndar bûbû û 21’ê Hezîranê şehîd bû bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Şêniyên bajarê Hesekê piştî wergirtina cenazeyê şehîd ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan berê xwe dan goristana Şehîd Diwar a li gundê Dawidiyê yê bakurê bajêr.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan ê Hesekê axeftina hate kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Zagros 58 rojan li herêma Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û birîndar bû, tevî birîna xwe xeta têkoşînê dewam kir û erka ku diket ser milê wî bi cih dianî.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.
Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Girseya gel cenazeyê şehîd di nava durşmeyên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan spartin axê.