2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 4 birîndar bûn

Duh êvarî, Hikumeta Şamê ragihand ku parastina wan a asmanî bersiva êrîşine Îsralîlê li ser Swedayê da û di encama van êrîşên asmanî de 2 leşkerên wan hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî hin çavkaniyan, ev êrîş karwaneke çek ku ji Îranê hatibû û navendeke sererastkirina mûşekan li gundewarê Sweydayê kirine armanc.

Çavdêriya Sûrî jî ragihand ku 5 çekdarên Îranê hatine kuştin û navendeke wan a leşkerî li rojhilatê Sûriyê hatiye wêrankirin.

Ajansa SANA ya hikumeta Şamê jî diyar kir ku parastina asmanî li hember êrîşên li Til el-Sehin li gundewarê Sweyda û Kebacib li gundewarê Dêra Zorê sekinîn.

Hat ragihandin, ku Îsraîlê di heman demê de navedin li Dêra Zorê jî kirine armanc û egerî heye kuştî û birîndar hebin.

Ji destpêka şerê Sûriyê de, Îsraîl êrîşan dibe ser hêzên Îranê û di 4ê Çileyê, 9 çekdarên girêdayî hikumeta Şamê kuştin.

Back to top button