Li Dîlokê 18 siyasetmedarên kurd hatin girtin

Dewleta Tirk a dagirker bê navber li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî didomîne.

Dewleta Tirk ji 29 siyasetmedarên kurd ku li Dîlokê xistibû binçavan ji wan 18 kes girt. 

Li Dîlokê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Dîlokê, polîsan di 14’ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de 29 siyasetmedarên ku di nav de hevserok û rêveberên HDP, DBP, SYKP’ê yên niha û berê jî hebûn destgîrkirin.

29 kesên ku piştî karê lêpirsînê yên li Midûriyeta Polîsan a Dîlokê bi dawî bû sewqî dadgehê kirin.

Heyeta dadgehê piştî îfade 18 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan girtin û şandin girtîgehê.

Heyeta dadgehê di derbarê 11 kesan de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê dan.

Li Amedê 5 jin hatin girtin

Her wiha dewleta Tirk 23’ê jinên ku beriya çend rojan li Amedê binçavkiribû ji wan 18 kes bi şertê kontrola edlî berda 5 jin jî hatin girtin.

Back to top button