Li Perû a Amerîkaya Başûr, ji bo parastina ji vîrûsa Corona biryara mayîna li malde dabû. Di vê çarçoveyê de, tenê di nava 3 meh û nîvan de, nêzî 900 jin winda bûn.
Li bajarê Perû beriya derketina vîrûsa Coronayê di rojê de 5 jin winda dibûn.
Niha jî di 3 mehên mayîna li malê de, hejmar derkete 8 jinan.
Berpirsa mafê jinan û buroya parastina gel Elîana Revoller got:
Ji 16’ê Adarê heta 30’ê Hezîranê li Perûyê 915 jin winda bûne.
Parêzvanê gel ji radyoya RPP’ê re diyar kir ku jî sedî 70 jinên winda bûyîn zarokin.