Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 424’an de didome.
Her hefte Kurdistanî û dostên xwe ji bajarekî Ewropayê tevlî çalakiyê dibin.
Nobetdarên hefteya 424’an jî komek ji sê kesên ji bajarê Hambûrgê yê Almanyayê ye.
Mehmûd Erdogan bi navê komê daxuyaniyek da û got:
Bêdengiya CPT a li pêşberî tecrîda giran ku bi salan e li ser Rêber Ocalan tê meşandin, nayê qebûlkirin.