Li Venezuelayê nerazîbûna li dijî desthilatdariya Nîkolas Maduro derbasî qonexeke nû bû.
Ji lîderên hêzên opozîsyonê Xuan Guaîdo doh xwe weke serok-dewletê demkî ragihand.
Emerîka jî di nav de gelek welatan, ragihandin ku ew Guaîdo weke serok dipejirînin.
Demeke dirêjê li Venezuelayê hêrsa li dijî desthilatdariya serok-dewlet Maduro zêde dibe.
Di serî de paytext Karakas, li gelek navendên welat, xwepêşanên herî mezin ên demên dawî hatin lidarxistin.
Daxwaza sereke a xwepêşandêran jî ew bû ku dawî li xizaniyê were anîn.
Bi sed hezaran kesên daketin meydana bang li serok-dewlet Maduro kirin da ku dest ji erka xwe berdê.
Li hemberî hêrs û nerazîbûna gel, Maduro 10’ê Çile serdema xwe a duyemîn ji bo serok-dewletiyê ragihand.
Ji ber vê yekê, bi pêşengiya hêzên opozîsyonê, xwepêşandan zêdetirbûn.
Yek lîderên opozîsyona welat Xuan Guaîdo doh li nava desh hezaran kesî sond xwar û xwe weke serok-dewletê demkî ragihand.
Lîderê 35 salî ji sala 2009’an ve bi awayekî çalak di nava siyasetê de ye û 5’ê Çile ji bo Serokatiya Meclisa Netewî a Venezuellayê hat hilbijartin.
Welatiyên Venezeullayî yên li Spanya û gelek deverên din, biryara Guaîdo pîroz kirin.
Piştî vê ragihandinê bi çend saetan, Serokê Emerîkayê Trump eşkere kir ku ew serokatiya Guaîdo dipejirînin.
Trump her wiha bang li welatên Bakur û Başûrê Emerîkayê kir da ku Meclisa Gel a Venezuela û serok dewletê nû Guaîdo nas bikin.
Piştî vê bangê, Kanada, Brezilya, Paraguay, Peru, Şîlî û Arjantin Guaîdo ragihandin ku ew serok-dewletiya Guaîdo rewa dibînin.
Serok-dewletê heyî Maduro jî li hemberî biryara Trump diyar kir ku ew ê pêwendiyên xwe ên dîplomatîk li gel Emerîkayê qut bikin û ferman da ku dîplomatên vî welatî di nava 72 saetan de ji Venezullayê derkevin.