Endama RJAK’ê ya herêma Germiyanê Jiyan Mecîd da xuyakirin ku sedema girtina PDK’ê ya endaman, tirsa ji eşkerekirina asta gendeliyê ye.
Jiyan Mecîd da zanîn ku ew ji girtin û fişarên PDK’ê natirsin û got:
“Heta ku PDK’ê endamên me bernede, wê têkoşîn û çalakiyên me dewam bin.”
Der barê heman mijarê de, Endamê Tevgera Azadî Cuma Kerîm diyar kir ku ti sedem bo girtina endaman tune ye û got:
“Çi kesên ne li gorî nêrîn û ramanên PDK’ê bin, tên binçavkirin.”
Cuma Kerîm bal kişand ku fişar û binpêkirinên PDK’ê, kirinên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê tîne bîra mirov.
Zêdeyî mehekê ye, endamê Tevgera Azadî Tehsîn Yasîn Cehfer di zindanê de ye.
6 Tebaxê jî Asayîşa Hewlêrê endama RJAK’ê Semîre Mihemed Emîn û piştre kurê wê girtibûn.
Ji wê çaxê de, jimareke endamên din jî hat binçavkirin û heta niha nehatine berdan.