Bi armanca pêşkêşkirina desteka tenduristî ji bo şêniyên gund û koçberên li kampan, Weqfa Jinan a Azad “iyadeyek gerok” amade kir.
Iyadeya gerok a bi navê “Arî” wê piştî temamkirina tevahiya kêmasiyên dermanan û peydakirina bijîşkê zarokan bikeve pratîkê.
Dê bijîşkên beşên jin, zarok û hundirîn ji bo vî warî werin diyarkirin.
Iyade wê hefteyê du-sê rojan xebatên xwe ji bo koçberên Kampa Weşûkanî û gundên ku pêwîstiya wan bi alîkariya tenduristiyê heye, pêşkêş bike.
Endama Weqfa Jinan a Azad Ceylan Osman derbarê vê destpêşxeriyê de axivî û diyar kir ku ev 4 meh in, wan dest bi vê projeyê kiriye.
Ceylan anî ziman ku ew dixwazin xebatên tenduristî pêşkêşî gundên li dora bajarê Hesekê jî bikin.